|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Spasî û pesin ji Malbata Cegerxwîn |
Bi navê xwe, wek keça helbestvanê kurd (Cegerxwîn). Ez li ser navê malbat, nevî û neviyên wî ji dil û can spasiyên xwe pêþkêþî kurdperweran dikim. Keç û lawên gelê me yê Kurd, li welat, li parçeyên Kurdistanê û li Derveyî Welat, yên ku wek yek Destî li pêþberî heqaretên bi qestî yên li dijî helbestvanê Kurd Cegerxwîn rawestiyan, ku tevahiya jiyana xwe ji bo doza netewa xwe û gelê xwe di bin nîrê koçberiyê û sirgûnê de ma û li derveyî welatê xwe rawestiya. Ji ber vê yekê me hest bi wê yekê kir ku malbata me mezin e, ji ber ku hemû mirovên birûmet ên gelê me xwiþk û bira ne. Tiþtê ku me êþand, tiþta ku hat serê me û yek ji sembolên tekoþîna Kurd û tekoþîna Kurdewarî bû berteka ku ev hemû bersivek bû ji bo kesên ku dixwestin yek ji tavên me yên Kurdî bixin û hewla vemirandinê bidin. Ev yek ji bo wan ne mimkûn e, ji ber ku gelê me yê Kurd dizane ku kî ye sedemên paþverûtiya wan û kî ne yên ku hebûn, rûmet û serbilindiya wî diparêzin. |
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Ahenga imzekirina romana (Zabêl Ez Ermenî Me) |
Dostên hêja: Yekemîn ahenga navîþkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweþ bibim. Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis Oerbker Berg 6, 29683 Bad Fallingbostel |
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Çirûskin Ji Ramanên Osman Sebrî |
Rûxweþê ZîvarEger em hiþê kurdî di dîroka kevn û nû de têxin bin hûrbîneke çavgeþ, emê bibînin ku ``Osman Sebrî`` ne tenê xebatkarekî mêrax û torevanekî dilêr bû, lêbelê, ew ramangîrekî sebirxwe û azaser bû jî û yên wek wî di warê ramanê de bi wêrekî nivîsandine di dîroka me de pir hindikin. Vaye dema ku piran ji me, ger em nebêjin me tevan, hiþên xwe li pirêzên xelkê bê pirs û guman diçêrandin û yê tevî jîr ji me, þerê kolegîriya kesan dikir, hîngê, erê hîngê di wê rewþa kambax û tarî de, Osman Sebrî ne tenê bi xurtî þerê kolegîriya ji kesan re dikir,lêbelê, wî bê dudilî þerê kolegîriya ji ramanan re jî dikir, digot``raste, dema kolîdar ji welatê me bi derkevin, welat serxwe dibe, lê kurd aza nabin, azadiya gelekî bi xelasbûna wî ji kolegîriya ramanên biyanî ye``. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN |
Konê Reþ Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paþ xwe hiþtiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêþketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weþandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe þûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..). Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: ZABÊL, EZ ERMENÎ ME! |
Þîlan DoskîHer laperekê ku diqulipînim…metirsî, eþkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî… Serkîsê Kêvo(Hilûç) biþkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi þûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û Bab, Xûþk û Bira dibe mêvanê newal û çiya, deþt û latan… Çavên wî bi komên kesên serjêvekirî, komên jinên ji paxilên xwe ve hilawîstî, mêr û jinên ko pêyên wan hemûyan bi mîxan nalkirî, komên zarokên bê dest û bê pê, xilmaþ dibûn. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Weke berdewamiyekê di siyaseta, bêdengkirin, qirkirin û girtinê de, çekdarên PYDê endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya û endamê Encûmena Niþtimanî ya Kurdî Hesam Dorsin, demjimêr 11ê êvarê roja Duþemê 1ê Nîsanê, li navenda bajarê Dêrikê bi otombîla wî revandin, Tevî dûvçûna me bo navendên û dezgehên PYDê, wan hebûna wî li ba xwe red kir, ku ev yek bû sedema peydakirina metirsiyeke cidî li ba me li ser jiyana wî, nexasim Hesam Dorsin nexweþ e û birîneke kevin di serê wî de heye. Di demekê de ku em vê revandinê þermezar dikin, em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û rêxistinên navdewletî yên li Sûriyê dikin, ku fiþarê li rêveberiya PYDê û Hêzên Sûriya Demokratîk bikin da ku endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Behzad Dorsin, ku ji sala 2012an ve revandî ye, û Hesam Dorsin, endamê komîta herêmî ya Partiya Gel a Kurdistanî - Sûriya, serbest werin berdan û ji bo misogerkirina ewlehiya wan, ji ber ku ji dema hatine revandin çarenivîsa wan ne diyar e, û em bang dikin ku sînorek ji van kiryaran re were dayîn. |
Bixwîne... Daxuyanî |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ji Ristezara Elindê 98. |
Mizgîn HeskoAvrêl. Nîsan. April. Bihara navîn Bi Ferensî: Avril. Bi Yûnanî: Aphrodite. Avrêl yan jî“ Nîsan „ ku bixwe meha çaremîn ji salnameya zayînî ye û li gor bav û kalên me, ew Bihara navîn e. Tekez û li gor wan, di salê de, çar demsalên hene û her demsalek,xwedan sê mehên xwe ye û wiha rewþa bayî û pileya germê di her mehekê de, cudatir ji ya dinê ye û bandora vê yekê li ser zevî û demên kesixandina rezî û çandiniya tovî pir balkêþ e. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka þêwekariyê li bajarê Þilêswîg vekir |
Li bajarê Þilêswîg li bakurê Elmanyayê, Komeleya Kurdî-Elmanî pêþingeheka hunerî ji du þêwekarên jin re vekir. Þêwekar Sirwe Berzenjî ji Baþûrê Kurdistanê û þêwekar Renda Silêman ji Rojavayê Kurdistanê, bi kevaline ciwan û qeþeng beþdar bûne. Piraniya kevalan li ser jinê bi giþtî û li ser jina Kurd bi taybetî hatine nigarkirin. Ev yekem care li bajarê Þilêswîg pêþinegeheka du þêwekarên jin ji Kurdistanê, bi simbol û tevnehûnên Kurdewarî ji miletên corbicor tête pêþkêþ kirin. Pêþingeh li avahiya (Kultur L) ji 22.03.2024an heta 19.04.2024an dê berdewam tablo bi dîwarên pêþengehê ve bimînin. Destpêkê Herdu rêzdaran mamoste Çira Doskî û Xanim Sîlkê Vîlig (Sylke Willig) bi firehî li ser evê çalakiyê û huneriya kar axivîn, digel pênasandina herdu þêwekarên jin xanim Sirwe û Renda kirin. Hêja ye gotinê ye ko ji sedemên xwe ên taybet þêwekar Sirwe Berzenjî li pêþengehê ne amade bû.
|
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Nûçe: Amadekariyên Cejna Newrozê Li Bajarê Schleswig (Þilêswîg) |
Bi bûneya hatina cejna Newrozê, Komeleya Kurdî-Elmanî li bajarê Þilêswîg dê bi hin çalakiyên balkêþ rabe. Li roja 20.03.2024an demjimêr 16.00 bi vexwendina kesayetiyên bajar dê agirê Newrozê li navenda bajar bête hilkirin û bi diyarîkirina gulan li ser amadebûyan Newroza wan bête pîroz kirin. Hin endamên Komeleyê jî xwebexþ dê piþtî hilkirina agirî diyariyan li ser zarokan belav bikin. Bername wê bi govend û þahiyê li dora agir xweþtir bibe. Em ji amadebûyan hêvî dikin, paqijiya navenda bajar û ewlehiyê biparêzin. Dîsa jî, em ji Kurdistaniyên xwe daxwaz dikin ku ahenga xwe bi aramî û xweþî pêk bînin û wateya Newrozê nîþan bikin. |
Bixwîne... Nûçe |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Hejmara (21) a kovara Þermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weþandin, derket. Dosyaya vê hejmarê (Þoreþa Wêjeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ye, ji pêþekiya hejmarê: " Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji sala 2012’an ve di gelek guhertinan re derbas bûn û ji wê demê de þoreþeke siyasî, civakî û çandî lidar e. Peymana Civakî ya Rêveberiya Xweser mafên rewa yên zimanî û çandî yên hemû gelên herêmê “Kurd, Ereb, Suryan... hwd.”, di nav de jî azadiya weþangeriyê diparêze. Di encamê de qada wêjeyî bi awayê îdarî di forma xwe ya fermî (Rêveberiya Xweser) de hat organîzekirin, di heman demê de derfet ji saziyên wêjeyî yên xwecihî re hat dayîn ku bi berhemên xwe derkevin holê, bi hev re bibin alîkar ku tevgereke wêjeyî ya ciddî li herêmê çêbibe, di encamê de çapxane, weþanxane, pirtûkxane, navendên wêjeyî û wergerê û rojnamevaniya wêjeyî û destpêkirina proseya çapkirin û weþana pirtûkên bi zimanê dayikê, bi taybetî Kurdî û Erebî, derketin pêþ. |
Bixwîne... Berhemên Nû |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Lêkolîn: Rola kovara (Ronahî) di çand û bizava çapemenya Kurdî de .. Xelek: 9(Hej.13,14,15,16) |
Dr.Phil.Ebdilmecît ÞêxoDi çîroka (roviyê qut) de wehe hatiye nivîsîn:Rojekê roviyek hebû,ew herdem diçû mastê pîrekê dixwar,pîr pir bêhnteng dibû,þevekê pîr li mastê xwe dipa,ewê dît roviyek di nîvî þevê de hat û mastê wê xwar, pîrê rahiþte þonikê û ewa li rovî werda,dûvê rovî qut bû,lê gava ew çûye cem hevalên xwe,her roviyekî bi wî re got:(Ha quto min di bin dûv kuto).Paþê rovî bi xwe re got:Ez nikanim bê dûv di nav roviyan de bimînim,ew çûye cem pîrê û bi wê re got:Tu duvçilka min bide min,ez nikanim di nav hevalên xwe de bê dûv bimînim,ezê dewsa dûvçilka xwe sewêlek pere bidim te,pîrê dûvçilka roviyê li wî vegerand,lê bi serda jî çend morik û zengilok jî pêve kiribû,rovî pir bi kêf (dilxwaþî)çû nav roviyan,hemûyan ji rovî pirsîn;te ev tiþtên xweþik ji kuderê peyda kirine,tu dikanî dûvên me jî weha çêkî? |
Bixwîne... Lêkolîn |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Dilopek rehnî li ser Gardiyan ya nivîskar Bûbê Eser |
Rêber HebûnEv pirtûk mirov dikare ji qurzîka nivîsên belgeyî ve lê meyze bike bêhtirî ku lê mîna romanekî binêre , ew ji cûreya nivîsên ku hewil didin rewþa çaxekî bînin ziman, têde tevgerên kurdî ligel çepgiran li meydana jiyana siyasî diyar dibûn, ew dîmena çaxekî tarî ezber dike û hewil dide ku bibe cihê dan û standinê. Nivîskar Bûbê Eser bi xwe girtiyekî siyasî bû, di wê zîndana a bi sernavê Gardiyan de, gelek salan jiyabû, mîna her girtiyekî para xwe ji iþkenc û lêdanê dîtibû, ew nivîs dagirtî þewat ,xemgînî û bê hêvî ne, lê girîngiya xwe ji nifþên nû re û kesên ku doza rastiyê dikin heye, ew girtîgeh dîmeneke ji dîmenên dîroka tekoþîndariya siyasî û xebata netewî a Kurdistanî li bakûr aþkere dike, helbet di wan çaxên heþtî de gelek tevger li seranserî rojhilata navîn derketin , li hember ricîmên mîna Tirkî, Îran, Sûrî, Îraq û Libnanê sekînîbûn, liv û tevgerên wan ne bi qasî xurtbûna wan desthilatiyan bûn , |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|